MAZLÛM EBDÎ: EM ŞERÊ BI REJÎMA SÛRÎ RE NAXWAZIN.. EM ÇARESERIYEKE SÛRÎ-SÛRÎ DIXWAZIN

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî nêzîkatî û nêrînên rejîma Sûrî jî darbarê herêma bi navê ewle de nirxad.
Ebdî destnîşan kir ku bila rejîm di wê baweriyê de be ku xurtbûna bakur û rojhilatê Sûrî xurtbûna giştî Sûriyê ye.

 

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî encamên mabûna artêşa Tirkiye ji wiha şirove kir:

Ev yek wê bandorekî mezin bike.

Ji ber wê jî, em dixwazin bi dewleta Tirk re lihevkirinek bê çêkirin.

Destwerdana dewleta Tirk li Sûriyê, nahelê gelek pirsgirêk bên çareserkirin.

Gavên em li vir biavêjin, divê pêşketinekê çêbikin û bi rengekî lihevhatinê pêk werin.. wê demê gelek pirsgirêkên wê çareser bibin.

Bo nimûne, gelek hêz û kes gef û êrîşên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûrî ji xwe re dikin bihane da rê li ber çareseriyê were girtin.

MAZLÛM EBDÎ:
EM ŞERÊ BI REJÎMA SÛRÎ RE NAXWAZIN.. EM ÇARESERIYEKE SÛRÎ-SÛRÎ DIXWAZIN

Ebdî, nêzîkatiya rejîma Sûrî jî weke nimûne nîşan da û got:

Stratejiya me ew e ku çareseriyêk Sûrî-Sûrî çêbikin, hevdîtinên me û wan jî dewam in û wê dewam bikin jî.

Lê heya niha rejîmê tu gav ji bo çareseriyê neavetiye.

Rejîm hîna di wê baweriyê de ye ku hêmanin hene dikarin herêmê qels bikin.

MAZLÛM EBDÎ:
DIVÊ REJÎMA SÛRÎ BAŞ VÊ PÊVAJOYÊ BIXWÎNE Û ERÊNÎ NÊZ BIBE

Di nav de, êrîşên dewleta Tirk ku difikire bi êrîşa wê re em ê tawîzan bidin da hevdîtinan pêk bînin.

Ango ji xwe re hesab dike ku ji ber gefan, bê çareserî derbasî herêmên rizgarkirî bibe.

Ebdî destnîşan kir ku eger lihevhatinek çêbû û xeteriya dewleta Tirk ji hole rabû, hingê divê rejîm li ser esasê parastina yekîtiya Sûriyê giştî tev bigere.

Fermandar Ebdî bal kişnad ser daxuyaniya rejîmê ya piştî lihevkirina Enqere û Waşingtonê û got:

Ez bawer dikim ku rejîma Sûriyê vê pêvajoyê şaş dixwîne û encamê wê jî şaş digire dest.

Ew hesab dike ku eger lihevhatinek pê hat, wê Tirk rawestin û egeriya vegera wê bo herêmê lawaztir bibe.

Jixwe em tiştekî wiha nafikirin.

Eger wekî Bakur û Rojhilatê Sûrî sekna me xûrt be wê demê Sûriyê jî xûrt dibe û egeriya çareseriyek Sûriyê giştî bê çêkirin hîn zêdetir e.

Mazlûm Ebdî teqez kir ku divê rejîma Sûrî êrênî li her lihevhatinên bi dewletên cîran re ku pêşî li dagirkeriya Sûriyê digire, binerê.

MAZLÛM EBDÎ:
EGER EV LIHEVHATIN PÊK HAT, WÊ DAGIRKERÎ LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ JÎ NEMÎNE

Fermandarê Giştî QSD’ê derbarê bandora vê yekê li herêmên di bin dagirkeriya Tirk de jî axivî û got:

Eger li Bakur û Rojhilatê Sûrî pêşketin çêbibin, wê pêşiya dagirkeriyê bê girtin.

Ji ber wê em guman dikin ku dewleta Tirk zû bi zû lihevhatinek wiha qebûl neke.

Leave a Reply

Back to top button