ŞERVAN DERWÎŞ: YEKÎTIYA PÊKHATEYÊN MINBICÊ WÊ HEMÛ GEFAN VALA DERXÎNE

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbice Şervan Derwîş behsa sê salên rizgarkirî yên Minbicê kir. Derwîş got, Piştî ku bajar ji çeteyên DAÎŞ’ê hat rizgarkirin di nava sê salan de hevgirtinek di nava pêkhatiyên bajarê Minbicê de çêbûye û meclîsa sivîl niha bi awayekî serkeftî bajar rêvedibe.

Bi wesîleya salvegera sêyemîn a rizgarkirina bajarê Minbicê Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbice Şervan Derwîş ji ajansa Firatê re axivî.

Derwîş ji bo sê salên bihûrî diyar kir, ku gelek gavên mezin hatine avêtin û got:

Piştî ku bajar ji çeteyên DAÎŞ’ê hat rizgarkirin di nava sê salan de hevgirtinek di nava pêkhatiyên bajarê Minbicê de çêbûye û meclîsa sivîl niha bi awayekî serkeftî bajar rêvedibe.

Meclîsa me ji bo tinekirina DAÎŞ’ê li Reqa, Tebqa û Baxozê li kêleka QSD’ê şer kir.

Piştî wê êdî qonax hat guhertin û gefên cuda cuda ji aliyê dewleta Tirk û Daîş’ê ve hatin ser bajarê Minbice.

Emê bi rêxistinbûna xwe ve gefên dewleta Tirk û Daiş’ê vala derxînin.

ŞERVAN DERWÎŞ:
JI BO ŞER BÊ ASTENGKIRIN, MINBIC NIMÛNEYEKE BAŞ E

Ji bo nîqaşên der barê herêma ewle de Şervan Derwîş bal kişand ser mînaka Minbicê û got:

Aramiya heyî ya Minbicê niha baş e.

Ew îdîayên Tirkiye dike ji bo Bakur û Rojhilatê Surî nerast in.

Lê ji bo şer bê astengkirin avakirina herêmek weke Minbicê wê baş be.

Ger ku ev herêma ewle pêşiya şer û koçberiyê bigre wê baştir be. Lê dema ku bibe sedema şerek û koçberiyeke nû ev yek wê bi tu awayî neyê qebûl kirin.

Leave a Reply

Back to top button