Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Blinken li Rojhilata Navîn e

Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Antony Blinken dest bi gera xwe ya li Rojhilata Navîn kir.
Blinken wê heta 31’ê Çile li Misir, Îsraîl û Şeriaya Rojava hevdîtinan bike.
Serdana Blinken hemwextî gurbûna aloziya li herêmê pêk tê.

Di demekî ku aloziyên li Rojhilata Navîn gur bûyî de, Wezîrê Karê Derve yê Amerîka (DYA) Antony Blinken dest bi gera xwe ya li herêmê kir.

Di geşta despêkê ya Blinken de, Misir hebû.

Blinken û Sîsî aloziya navbera Îsraîl û Filistîn nîqaş kirin

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka bi Serokomarê Misirê Abdel Fattah El-Sîsî û Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samîh Şukrî re civiya.

Wezareta Karê Derve ya Amerîka jî li ser hevdîtina aliyan daxuyaniyek da û got:

Blinken û Sîsî ji bo kêmkirina aloziya navbera Îsraîl û Filistînê de axivî ne.

Dîplomata Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ya li Rojhilata Navîn a herî payebilind Barbara Leaf da zanîn ku Blinken wê têkildarî mijarê hem li rayedarên hikûmetê û hem jî bi kesên ne di nava hikûmetê de cih digirin guhdar bike.

Blinken wê li Îsraîl û Şerîaya Rojava hevdîtinan bike

Piştî Misirê jî Blinken wê li Îsraîl û Şerîaya Rojava hevdîtinan bike.

Di encama êrişa çend roj berê de 7 îsraîliyan jiyana xwe ji dest dabûn.

Tê payîn ku rewşa awarte ya ji ber êrişê were nirxandin.

Her wiha di hevdîtina Blinken a li Îsraîlê de wê şerê li Ukrayna û bernameya nukleerê ya Îranê jî bên nirxandin.

Tê payîn ku piştî hevdîtinên li Îsraîlê, Blinken derbasî Şerîaya Rojava bibe û bi Rêberê Rêveberiya Filistînê Mahmûd Abbas re hevdîtinê bike.

Blinken di heman demê de wê bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re bê ba hev.

Back to top button