Hejar Nûredîn Kakayî: PDK rê nade Iraq li dijî Tirkiyê dosya bibe Netewên Yekbûyî

Pisporê hiqûqa navneteweyî Hejar Nûredîn Kakeyî girêdayî hevkariya PDK’ê ya li gel Tirkiyê nirxandin kir.
Kakeyî got: “PDK rê nade ku Iraq li dijî Tirkiyê li qada navneteweyî bikeve nava tevgerê.”

Dewleta Tirk a dagirker di van du salên dawî de li Başûrê Kurdistanê û taybet Herêmên Parastina Medyayê êrişên dagirkeriyê berfirehtir kirine.

Di van êrişan de, çekên nûklere yên taktîkî, gazên kîmyewî û jehrî bikar anîne.

Di gelek êrişan de jî cihê welatiya, gund û malên xelkê hatin bombebarankirin û bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dane.

PDK di van êrişan de bi dewleta Tirkiyê re di nava hevkariyê de ye.

Her wiha astenge ku lêkolîn jî li ser van êriş û sucan bên kirin.

Pisporê hiqûqa navneteweyî û parêzer Hejar Nûredîn Kakeyî di hevpeyvîna xwe ya li gel ANF’ê de li ser vê mijarê axivî.

Kakayî bal kişand ser êrişên artêşa Tirk a li ser axa Başûrê Kurdistanê û nêzîkatiya PDK’ê ya li gel Tirkiye û got:

“PDK li bin serweriya Erdogan de li Başûrê Kurdistanê siyasetê dike. Ev yek metirsiyeke mezin e li ser Başûrê Kurdistanê.

PDK rê li hikûmeta Iraqê jî digire ku dosya li dijî dewleta Tirk bibe neteweyên Yekbûyî.”

‘Çav li sûcên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd tê girtin’

Her wiha Kakayî bal kişand ser bêdengiya hêzên li ber sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker çavê xwe digirin û wiha domand:

“Erdogan û Baxçelî dijmintiya xwe ya li dijî gelê Kurd bi awayekî eşkere tînin ziman. Gotinên ku sînorê xwe diparêzin pûç û vala ne.

Emerîka û Rûsya jî fam kirin ku hikûmeta Tirkiyê hewl dide gelê Kurd tine bike, ya tê gotin tenê hincetên vala ne.

Berjewendiyên van welatan wisa kiriye ku çavê xwe li sûcên şer ên li dijî gelê Kurd tên kirin, bigirin.”

Kakayî: Tirkiye peymanên qedexekirina çekên kîmyewî binpê dike

Li ser bikaranîna çekên qedexe ji aliyê artêşa Tirk jî Kakayî diyar kir ku gelek peymanên qedexekirina çekên kîmyewî ya di qada navneteweyî de hene, lê Tirkiye hemû bin pê kirine.

Kakayî: PDK nahêle lêkolîn li sûcên Tirkiyê bê kirin

Pisporê hiqûqa navneteweyî û parêzer Hejar Nûredîn Kakeyî diyar kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDK rê li lêkolînkirina deverên ku dewleta Tirk çekên qedexe lê bikaranîne digre.

Her wiha Kakayî anî ziman ku şandeyên pisporê yên çekên kîmyewî hatin û ji bo li van herêman lêkolîn bikin daxwaz kirin, lê PDKê rê neda..

Back to top button