MICHAEL RUBIN: HEVRÛKIRINA YPG’Ê BI DAIŞ’Ê RE PÊKENOK E

Rojnameya Emerîkî “National Interest” bang li istixbaratên Emerîkî kir ku, ji rapor û agahiyên sextekirî yên istixbaratên Tirkiyê ji bo hedefgirtina Kurdan bawer nekin..Lêkolînerê Emerîkî Michel Roben teqez dike ku, bihaneyên Tirkiyê yên pêkanîna êrîşê, ji bo qurkirina Kurdan e.

 

Machel Roben lêkolênerê di Peymangeha “Emerîkan Entirprise” gotarek ji Rojnameya “National Interest” a Emerîkî re nivîsî.

Roben dibêje, bi riya derbaskirina agahiyên istixbaratî yên derew Tirkiyê hewl dide bijarteyên dîpolmasî yên Emerîkî girê bide û xerab bike.

Bihaneyên Tirkiyê yên weke YPG’ê li ser wê gef e bê bingeh in û tu belge li ser wê tine ne.

MICHAEL RUBIN:
DIVÊ EMERÎKA BAŞ RAPORÊN “DEREW” ÊN TIRKIYÊ LÊKOLÎN BIKE

Lêkolînerê Emerîkî bawekirina ji tawanbariyên Tirkiyê ji YPG re red dike û teqez dike ku, dema wê hatiye, divê Istixbaratên Emerîkî agahiyên ku Tirkiyê pêşkêş dike baş lêkolîn bike.

Nivîskarê Emerîkî girtina biryarên di serdanên James Jeffrey ji Tirkiyê re bi “Man û Nemanê” bi nav dike û hişyariyê dide ku, divê raporên Tirkiyê di ser lêgerîna li rastiyê re neyê girtin.

MICHAEL RUBIN:
HEVRÛKIRINA YPG’Ê BI DAIŞ’Ê RE PÊKENOK E

Di gotara xwe ya bi serenavê “aliyê veşartî ji civaka Istixbartên Tirkiyê” Michel Roben dibêje.

MITa Tirk propogandeya agahî û belgeyên derew dike, nexasim di warê destwerdana ji axa Sûrî û dijminên wî yên hindir re, da ku ji wan xelas bibe.

Dewleta Tirk her tim vê zextê li Emerîka dike ku ew hevkariya YPG’ê dike.

Têkildarî vê yekê jî, Roben wiha nivîsî:

Hevrûkirina Tirkiyê ji YPG’ê bi DAIŞ’ê re, pêkenok e.

Piştgiriya Rêveberiya Siyasî ya Tirkiyê, malbata Erdogan û dezgehên wê yên Istixbartî ji DAIŞ’ê re hatiye teqezkirin û sûd jî jê wergirtine.

Her wiha Tirkiyê heta niha piştgiriya komên El- Qaîdê li Sûrî dike.

Heta niha belgeyek tine ye ku YPG plana êrîşê li dijî Tikriyê dike.

Tawanbariyên Tirkiyê ji YPG’ê re, dikeve rêza derewên wê yên li dijî muxalif û dijminên xwe bikar tîne.

MICHAEL RUBIN:
ARAMNCA TIRKIYÊ QIRKIRINA KURDAN E, DIVÊ EMERÎKA JI RAPORÊN WÊ BAWER NEKE

Lê belê piştî 20 mehan ji êrîşa li ser Efrînê re eşkere bû ku aramnca wê qirkirina etnîkî li dijî Kurdan e.

Lêkolînerê Emerîkî Michel Roben Emerîka hişyar kir ku careke din weke doza Adem Ozon nekeve xefka rapor û agahiyên derew ên Tirkiyê û neyê xapandin..

Leave a Reply

Back to top button