Rojhilatê Kurdistanê..Di erdheja li Xoy’ê de 7 kes mirin û 800 jî birîndar bûn

Di erdheja li Rojhilatê Kurdistanê de 7 kesan jiyana xwe ji des dan û zêdetirî 800 kesan jî birîndar bûn, lê hêj dewleta Îranê alîkariya welatiyan nekiriye.

Di 28’ê Çileyê de bi mezinahiya 5,9 pileyî li bajarê Xoy a herêma Ûrmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê erdhejek rû da.

Li gorî agahiyan, di encama erdhejê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 800 kes jî birîndar bûne.

Di nava şert û mercên giran ên zivistanê de bi sedan kesên mal û xaniyên wan hilweşiyayî, li ber sir û seqema zivistanê bê alîkarî mane.

Rayedarên Îranê diyar dikin ku bi hewara gel ve çûne, lê dîmen û wêneyên tên parvekirin, berevajî vê rewşê ye.

Welatiyên ku malên wan wêran bûne diyar kirin ku heta niha tu alîkarî ji aliyê dewletê ve negirtine.

Ev bêhelwestiya dewleta Îranê ji aliyê welatiyan ve rastî nerazîbûnên mezin hate.

Lê hêzên dewletê guh nedan nerazîbûnên gel û bi gazê rondikrij êrişî wan kir.

Li Rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5.9 erd hejiya

Back to top button