Piştî 10 rojan Elî Reşîd yê hatibû revandin li heber fidyayê hate berdan

Li Efrînê welatiyek li hember dayîna hezar dolarî hate berdan.
Li Efrînê zêdetirî 247 dar hatin birîn û daristanek bi temamî di navbera gundên Tetra û Kefer Sefra de hate birîne.

Hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên xwe li Efrîna dagirkirî dewam dike.

Beriya demekê welatiyê bi navê Elî Reşîd ê ji gudê Şêxotka ji aliyê Istîxbarata Tirk ve hatibû revandin.

Li gorî Efrîn POST Reşîd piştî deh rojan li hember dayîna zêdetirî hezar dolarî hatiye berdan.

Çeteyan 274 darên din li Efrîn birîn

Birîna daran a ku bi armanca guhertina demografiya herêma Efrînê û jinavbirina xwezaya wê pêk tê jî dewam dikin.

Çeteyên bi navê Sultan Mûrad û Elhemzat 256 darên din birîn.

Hate ragihandin ku çeteyên Sultan Mûrad 200 darên fêkî li gundê Dêr Sewan birîne.

Ev dar jî milkên welatiyê bi navê Henan Semo Ebûdan in.

Her wiha çeteyên Elhemzat jî 56 darên zeytûnan li gundê Barafa ya Şerayê û gundê Telfa yê Cindirêsê birîne.

Li gundê Ciwêqa jî 18 darên zeytûnan hatine birîn.

Ev dar jî milkên welatiyê bi navê Mihemed Osman in.

Back to top button