Emîne Osê: Li Îran û Rojhilat jin daxwaz mafê xwe û demokrasiyê dike

Cîgira Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê têkildarî serhildan û piştgirya jê re ji Ronahî Tv re axivî.
Emîne Osê da zanîn ku di serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de israra jinan a xweîfadekriinê derket pêş.

Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ên bi pêşengiya jinan bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi hemû hêz xwe dewam dike.

Piştgiriya jinan ji bo vê serhildanê jî hêzê israra jinên Îran û Rojhilat ji bo azadî û mafê xwe xurt dike.

Cîgira Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê der barê serhildanê û piştgiriya jinan ji bo wê ji televezyona me re axivî.

Emîne Osê diya kir ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengiyê ji hemû karî re dike û xwedî erke, ev yek jî îlham da jinên li Îran û Rojhilat.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jin daxwaza mafê xwe û demokrasiyê dike, Emîne divê der barê de anî ziman ku divê ji bo vê yekê piştgiriyeke xurt were nîşan dan.

Emîne Osê da zanîn ku dewleta Îranê li pêşiya çavê tevahî cîhanê xwepêşandanan û jinan digirin û darvedikin.

Emîne Osê: Jin bi îradeya xwe di serhildanê de xweîfade dike

Emîne anî ziman ku daketina jinan israra wê ya xweîfadekirinê dide nîşandan.

Back to top button