MAZLÛM EBDÎ: YÊ HERÎ ZÊDE SÛDÊ JI ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK BIGIRE, DAIŞ E

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî xeteriya çeteyên DAIŞ’ê jî nirxandin û diyar kir yê ku herî zêde ji êrîşên dewleta Tirk sud bigire DAIŞ e. Mazlum Ebdî got: Ji ber wê jî , gelek dewlet ji me zêdetir dixwazin li pêşiya vê êrîşê bigrin. Heger îro Emerîka di navbera me û dewleta Tirk de dixwaze lihevhatinek çê bibe yek ji sedeman jî ev e.

 

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî di nirxandinên xwe ji ajansa Hawarê re xeteriya çeteyên DAIŞ’ê û bandora êrîşên Tirkiyê li ser têkoşîna wan li dijî çeteyan jî jî nirxand.

Ebdî derbarê vê mijarê de jî weha dibêje:

Niha gelek kes meraq dikin çima Emerîka û hêzên Koalîsyonê di vê mijarê de cih digirin.

Her kes ji bo berjewendiyên xwe ji bo ku bikarin pêşiya êrîşên dewleta Tirk bigirin li wan zextê dikin.

Êrîşek mûhtemel yên dewleta Tirk li ser herêmên me wê bihele ku li van herêman DAIŞ xûrtir bibe.

Nêzî 12 hezar girtiyên DAIŞ di destê me de ne. Bi hezaran şervanên me yên herî xûrt wan diparezin.

Heger şerek derbikeve ev şervanên me yên DAIŞ diparezin mecbûr in ku bajarên xwe biparezin.

Em nizanin ku çiqasî DAIŞ di girtigehan de biparezin. Malbatên DAIŞ jî xeteriyêk mezin e.

Ji êrîşên dewleta Tirk wê herî zêde DAIŞ sûd werbigre.

Ev jî we li ser hemû hêzên cîhanî neyinî bandor bike.

Ji ber wê jî gelek dewlet ji me zêdetir dixwazin li pêşiya vê êrîşê bigrin.

Heger îro Emerîka di navbera me û dewleta Tirk de dixwazê lihevhatinek çê bike yek ji sedeman jî ev e.

Ji ber di şer de Emerîka jî wê zerer bibînê.

Em jî heya ku ji destê me tê ji bo xeteriyek DAIŞ bi vî rengî dernekeve ji bo pêşketina van hevdîtinan nermahî rabar dikin.

MAZLÛM EBDÎ:
JI BO EM LI DIJÎ DAIŞ’Ê ZÊDETIR TÊKOŞÎN BIKIN, DIVÊ SÎNORÊ ME YÊ BAKUR ARAM BE

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî balkişand li ser lihevkirina bi dewleta Tirk re û bandora wê li ser çeteyên DAIŞ’ê û bi dawî kir:

Ji bo em karibin bi hêzên Koalîsyonê re têkoşîna xwe li hember DAIŞ hin zêdetir xûrtir bikin dive sînorên me yên Bakur bi aram be.

Hêzên me mecbûr nebin ku xendeqan bikolin û têkoşîna xwe berdewam bikin.

Wekî hêzên leşkerî heya ku lihevhatinek giştî çê nebe emê tedbîrên xwe hin zêdetir û xûrt bigrin.

Her tim li hemberî êrîşêk mûhtemel em ê amade bin.

Leave a Reply

Back to top button