Ciwanên Til Temir û Şedadê tev li perwerdeyên destwerdana lezgîn bûn

Di çarçoveya amadekariyên li hember êrişên li dijî herêmê de, 45 ciwanên Til Temir û Şedadê tev li perwerdeyên destwerdana lezgîn bûn.

Endama rêveberiyê ya Yekitiya Jinên Ciwan a Til Temirê Munîra Xelîl got:

“Navçe bi awayekî rojane ji aliyê artêşa Tirk a dagirke û çeteyên wê ve tê topbarankirin.

Li gor wê jî me ev perwerde destpêkir da ku destekê bidin Hêzên Sûriya Demokratîk (QSDê yên li eniyên şer.”

Ciwana bi navê Maya Ehmed ku ew beşdarî perwerdeyê bûye got:

“Ez wek jin dixwazim fêrî destwerdanên lezgîn bibim; ji bo ku amade bim û welatê xwe biparêzim.”

Li navçeya Şedadê jî, perwerdeyeke tenduristiyê dest pê kir.

Der barê perwerdeyê de endamê Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa navçeya Şedadê Mihemed El Elî got:

“Pir girîng e ku di her malekê de hemşeriyek an kesê di vî warî de pirspor be, hebe.”

Back to top button