LI 5 HERÊMÊN COLEMÊRGÊ QEDEXE HAT RAGIHANDIN

Di demên dawî zext û bipêkirinên hikumeta faşîst a AKP’ê li ser gel zêde bûne, nemaze qedexeya derketina derve ku dem dem li herêmên Bakurê Kurdistanê tê ragihandin. Walîtiya Colemêrgê dîsa 5 herêm li çûn û hatinê qedexe kir.

Li gorî daxuyaniya Walîtiyê daye, 5 herêmên dikevin navçe û navenda bajar bi hinceta ‘ewlekariyê’ ji bo 15 rojan li çûn û hatinê qedexe kirin.

Li gorî daxuyaniyê herêm ji 15 heta 29’ê Tebaxa 2019’an bi hinceta ‘ Herêmên Ewlehiya Taybet’ hatine ragihanin li çûn û hatinê hatine girtin.

Ne cara yekemîn e ku qedexe li van herêman tê ragihandin.

Leave a Reply

Back to top button