WASHINGTON POST: NÊZÎKATIYÊN RÊVEBERIYA XWSER LI HEMBERÎ GIRTIYÊN DAIŞ’Ê MIROVÎ YE

Rojnameya Washington Post a Amerîkî raporek derbarê nêzîkatiya rêveberiya xweser beramberî girtiyên DAIŞ’ê baebelav kir.

Rojnameya Washington Post a Amerîkî di rapiora xwe de wiha got:

Îdeolojiye ku kurdên Sûrî dimeşin, cezaya darvekirinê dûr dixe.

Her wiha dadgehên wan cezayên sivik û bi salên kurt yên ku sûcên giran nekirine dibire.

Û bi hevkariya eşîrên Ereb ên herêmî bi sedan kes serbest berdane.

Rêveberî bi rêya rêbazên nerm û lêborîn hêvî dike ku xeleka şidet û rakirina tolê li herêmê bişkîne.

Rojname di rapora xwe de vê pirsê dike,’ Çima civaka navneteweyî ew nêzikbûn erê nekir, ma cezayên giran radîkaliyê ji holê radike?

Rojname diyar kir ku rêveberiya xweser bi tena xwe barê 11 hezar çateyên DAIŞ’ê hilgirtiye.

Rojnameyê tekez kir ku dema mirov serdana zindana li Qamişlo dike, herî kêm beramberî zindanên li Iraqê, mirov rehetiyekê lê dibîne.

 

Leave a Reply

Back to top button