XEZEBA ZEYTÛNÊ: LI EFRÎNÊ, 2 ÇETE HATIN KUŞTIN, 2 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Odeya çalakiyan a Xezeba Zeytûnê li gundên Şêrewa ya Efrînê çalakî pêk anîn, 2 çeteyên dagirkeriya Tirkiyê hatin kuştin , 2 jî birîndar bûn.

Odeya çalakiyan a Xezeba Zeytûnê derbarê çalakiyê de daxuyanî da.

Odeyê diyar kir ku hêzên wan berbanga îro erebeyeke çeteyên dagirkeriya Tirkiyê li ser rêya navbera gundên Birc Evdalo û Xezawiya de kir hedef.

2 çeteyên dagirkeriya Tirkiyê hatin kuştin, 2 jî bi giranî birîndar bûn.

Odeya çalakiyan a Xezeba Zeytûnê dawiya daxuyaniya xwe tekez kir ku heta rizgarkirina Efrînê wê çalakiyên wan bidomin.

 

Leave a Reply

Back to top button