ŞEHÎD ZEKÎ ŞENGALÎ JI BO YEKÎTIYA GELÊ KURD Û CIVAKA ÊZIDÎ TÊKOŞIYA

Îro salvegera şehadeta endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Îsmaîl Ozden ango weke ku Êzidî bi nav dikin Mam Zekî Şengalî ye.
Mam Zekî ji bo rêxistinkirina Civaka Êzidî û avakirina hêza parastina wê pêşengtî kir.
Ked û pêşengtiya Mam Zekî, di nava civaka Êzidiyan de cihekî mayinde avakir û bû Mamê Êzîdxanê .
Îro jî gelek Mam Zekî di paratina û avakirina Şengalê de kar dikin û ala Mamê xwe hildidin…..

Îsmaîl Ozden ango mîna ku di nava civaka Êzidî de tê nasîn Mam Zekî Şengalî.

28’ê Çileya sala 1952’an li navçeya Batmanê Qubînê, li gundê Şahsimê yê bakûrê Kurdistanê ji dayik dibe.

Mîna gelê malbatên Êzidî sala 1969’an, ji ber zulma dewleta Tirk a dagirker neçar dibe berê xwe bide ewropayê .

Di ciwantiya xwe de dilê wî ji bo azadiya civaka Êzidî û bi giştî gelê Kurdistanê lê dide.

Piştî xebatên di nava civaka Êzidî û kurdistaniyên li Almanyayê de, sala 1987’an bi awayekî fermî beşdarî nava refên têkoşîna azadiya Kurdistanê dibe.

Sala 1990’î li bajarê Almanyayê Sellê ji ber xebatên rêxistinî, tê girtin û demeke dirêj di zindanê de dimîne.

Tevî hemû zext û gefan jî, Zekî Şengalî tu gavan paşde naavêje û bi biryardariyeke mezin meşa xwe ya ji bo azadiya gelê Kurdistanê dewam dike.

Ji ber sekn û kesayeta wî ya şoreşger, di serî de endamên malbatê, bandorê li kesên li derdora xwe jî dike.

Kurê Zekî Şengalî, Qasim Ozden bi nasnav Sîpan û xwarziya wî Xanê Esmer Demîr di nava refên têkoşîna azadiyê de şehîd dibin.

Piştî salên dirêj ji jiyana Ewropayê, sala 1999’an biryarê dide ku vegere welat.

Rawestgeha wî ya pêşî jî başûrê Kurdistanê, cih û warên pîroz ên civaka Êzidî bû.

Li Şengal, Şêxan û gelek deverên din, ji bo karên civaka Êzidî bi rêxistin bike, ket nav hewldanan.

Herî dawî jî sala 2014’an piştî Fermana 3`yê Tebaxê, berê xwe dide Şengalê û wek endamekî Koordînasyona Civaka Êzidî beşdarî xebatan dibe.

Di nava 4 salan de, mohra xwe li gelek kar û xebatên pîroz dan.

Ji ber hezkirina zêde, civaka Êzidî li Şengalê ew wek ‘Mam Zekî’ bi nav kir.

Piştî rêwîtiya 39 salan a ked û fedekariyê, Îsmaîl Ozden ango Mam Zekî Şengalî, 15’ê Tebaxa 2018’an li herêma Geliyê Şilo, di encama êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker de, şehîd bû.

Ked û pêşengiya Mam Zekî, di nava civaka Êzidiyan de cihekî mayinde avakir, ew bû Mamê Êzîdxanê û di dilê Êzidiyan de hêlîn çêkir.

Îro jî bi sedan Zekî Şengalî di nava hêz û saziyên Şengalê de ala Mamê xwe hildidin û têkoşînê bilind dikin.

 

.

Leave a Reply

Back to top button