Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku bi ti buhaneyî nabe ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî ji Sûriyê were veqetandin û careke din li ser diyaloga navbera Şam û Kurdan de tekez kir.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova îro di kongreyeke çapemeniyê de axivî .
Zaxarova diyar kir ku pirsgirêkên Bakur û Rojhilat Sûrî divê li ser asasê yekparçebûna xaka Sûrî û bi rêya diyaloga navbera Şam û Kurdan de werin çareserkirin.
Zaxarov destnîşan kir ku nabe bi ti buhaneyê bakur û rojhilatê Sûrî ji xaka Sûrî were qutkirin.
Zaxarov li ser diyaloga navbera Kurd û Şamê de tekez kir û da xuya kirin ku gelê Kurd parçeyek ji Gelên li Sûriyê ne û nabe were veqetandin.