Seed Buxat:Mafê Iraqê heye ku li Tirkiyê gilî bike

Pisporê yasayî yê Iraqê Seed Buxat diyarkir ku Iraq yek ji wan welatên endamê Neteweyên Yekbûyî ye, her êrişa li ser serweriya Iraqê pêkwere, di heman demê êrişa li ser Neteweyên Yekbûyî ye.

Pisporê yasayî yê Iraqê Seed Buxat derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser axa Iraqê û Başûrê Kurdistanê ji Rojnews re axivî.

Seed Buxat diyar kir ku destdirêjiya li ser serweriya axa Iraqê ne cihê qebûlkirinê ye û got: “Êrişkirina ser Iraqê, tê wateya êrişkirina ser Neteweyên Yekbûyî, ji ber ku Iraq yek wan welatên endamê Neteweyên Yekbûyî ye.

Her wiha Herêma Kurdistan beşek bingehîn ya sîstema siyasî ya Iraqê ye û yek ji pêkhateyên sereke ya nav welate.”

pisporê yasayî Seed Buxat di dewama axaftina xwe de destnîşankir ku mafê Iraqê heye li Neteweyên Yekbûyî giliyê Tirkiyê bike û li Tirkiyê doz were vekirin.

Back to top button