Şêniyên Kobanê sersaxî dan malbatên şehîd Mizgîn, Dîjle û Andok Serhed

Şêniyên kantona Kobanê sersaxî dan malbatên şehîd Mizgîn Botan, Dîjle Rohat û Andok Serhed. Şêniyên Şedadê jî bi merasîmekê cenazeyê şervanên QSD’ê Fadil Hemade ku di 29’ê çile dema li ser erka xwe bû şehîd bû, oxir kirin.

Li Kobanê, Merasîma sersaxiyê li qada Goristana Şehîd Dîcle hate lidarxistin.

Bi dehan ji şêniyên kobanê tevli merasîmê bûn û sersaxî ji malbatên şehîd Mizgîn Botan, Dîjle Rohat û Andok Serhed re xwestin.

Di merasîmê de endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce axivî û beha berxwedan û tekoşîna şehîdan kir.

Her wiha Endama Koordînasyona Kongra Star Emîne Bekir jî got: “Me biryara xwe daye, yan jiyana birûmet yan jî şehadet. Em qebûl nakin ku dewleta Tirk a dagirker axa me dagirker bike.”

Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Fadil El Hemade oxir kirin

Her wiha Şêniyên navçeya Şedadê jî bi merasîmkê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Fadil El-Hemade bi nasnav Şivan, oxir kirin.

Di merasîmê de kesên ku axivîn soza şopandina riya şehîdan dan.

Piştî xwendina wesîqeya şehadetê, cenazeyê şehîd hate veşartin

Back to top button