Li Îranê xwendekar tên girtin û binçavkirin

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di meha xwe ya 5’an de didome. Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûnên dijî desthilatdariya Îranê bê navber dewam dike. Hêzên dewleta Îranê gef li xwendekarên zanîngeha Urmiye dixwe û gelek ji wan jî bin-çavkirine.

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ên piştî kuştina Jîna Emînî dest pê kirin, dewam dikin.

Tevî hemû zextên hêzên dewleta Îranê, gel di daxwaza azadiyê de bi îsrarin û her roj bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi rêbazên cuda cuda çalakiyan didomînin.

Hêzên dewleta Îran ji bo dawî anîna serhildanê serî li hemû rê û rêbazan dide.

Her wiha zextên li ser rojnamevan, çalakvan û welatiyan jî dewam dikin.

Xwendekarên Urmiye ji dema destpêkirina serhildanan ve, piştgiriya xwe jê re nîşan didin.

Xwendekaran bi lidarxistina civînan, beşdarî xwepêşandanên xwendekaran, baykotkirina dersan û nivîsandina li ser dîwaran nerazîbûnên xwe yên li dijî vê pergalê nîşan didin.

Mamoste û xwendekarên zanîngehê anîn ziman ku gef li wan ji aliyê dewleta Îranê ve tên xwarin û di encamê de gelek xwendekar jî tên binçavkirin.

Cezayê girtîgehê li parêzer Kajal Watanpour hat birîn

Parêzer Kajal Watanpûr çalakvana mafên jinan li Îlamê ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat binçavkirin.

Kajal Watanpour ê ku piştre birin girtîgehê, di dema lêpirsînê de bi rojan rastî îşkenceyê hat û zext lê hat kirin ku tiştên nekiriye qebûl bike.

Kajal bi hinceta “propagandaya li dijî sîstemê kiriye”, “komkirin û hevkarîkirina li dijî ewlehiya hundir û derve” ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îlamê ve salek û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Ceza ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve jî hat erêkirin û sewqî Girtîgeha Îlamê hat kirin.

Back to top button