LI GIRTÎGEHA DENÎZLÎ YA ADENAYÊ AXAFTINA BI KURDÎ HAT QEDEXEKIRIN

Li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliya Adeneyê hat ragihandin ku ji ber girtiyekî di hucreyê de li ser piyan jimartin qebûl nekiriye, rastî îşkenceyê hatiye.

 

Li Girtîgeha Tîpa T a Denizliyê, girtî Bawer Eye bi rêya malbatê diyar ku roj bi roj binpêkirina mafan û tundî zêde dibin.

Malbatê jî diyar kir ku piştî çûn ziyareta kurê xwe, gardiyanan bi hinceta bi kurdî axivîne destûr nedane ku wêneyan bikişînin.

Abidîn Eye, da zanîn ku gardiyan di ketina hundir de lêgerînek dijwar kirine û got:

Em bi qasî 40 deqîqeyî li bendê man ku girtî were û em hevdîtin bikin.

Di dema hevdîtinê de gardiyanan destûr nedan ku em bi girtiyên din re hevdîtin bikin.

Ketin navbera me û em ji hev dûr xistin.

Dema em çûn wêne bikişînin jî gardiyanekî din got ‘Hûn bi kurdî axivîn.

Axaftina bi Kurdî li vir qedexe ye.

Di serdema salên 80’ê de jî rewşek wisa tune bû.

Leave a Reply

Back to top button