“REJÎMÊ MOŞEKEKE KU BAJARÊ MISYAF KIRIBÛ ARMANC, ANÎ XWARÊ”

Hêzên parastina asmanî yên Sûrî, moşkeke ku ji bakurê Libnanê hatibû avêtin, anî xwarê. 

 

Çavkaniyeke leşkerî ya Sûrî ragihand ku balafirên parastinê yên Sûrî moşekek ku bi aliyê bajarê Misyaf li gundewarê Hemayê ve hatibû berdan, bêbandor kir.

Li gorî çavkaniyê, ev moşek nîvê şeva borî hat avêtin, lê berî bigihêje armanca xwe, rejîmê ew anî xwarê.

Berî wê, televîzyona Sûrî ragihandibû ku dengê teqîneke mezin ji nêzî Misyaf hatiye bihîstin, lê tu agahiyên zêdetir par ve nekir.

Ajansa SANA ya rejîmê jî diyar kir ku ev moşeke ji bakurê Libnanê hatiye avêtin.

Lê artêşa Îsraîlî deng ji xwe ne-anî.

Berî niha, gelek caran Îsraîl çend deverên Hizbellah û Îranê li Sûriye kiriye armanc.

 

Leave a Reply

Back to top button