HRE: LI BABÊ 2 ÇETEYÊN DEWLETA TIRK HATIN KUŞTIN

Hêzên Rizgariya Efrînê di çarçoveya çalakiyên xwe yên domdar de , li Babê du çalakî pêk anîn. 2 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.

 

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiya ku li Babê pêk anîn de, daxuyaniyek da.

Hêzên Rizgariyê diyar kir ku hêzên wan 15’ê Tebaxê bi du çalakiyên bi bandor barageh û çeperên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ên li derdora gundê Hezwan a ser bi Babê hedef girtin.

Di van çalakiyan de 2 barageh hatin rûxandin, 2 çeteyên Firqet el-Hemze hatin kuştin, her weha 3 leşkerên Tirk jî di nav de 8 çete birîndar bûn.

 

Leave a Reply

Back to top button