RÊBER OCALAN: TU CARÎ PIRSGIRÊK BI ŞER ÇARESER NABIN

12’ê Tebaxê birayê Rêber Ocalan Mehmet Ocalan bi boneya Cejna Qurbanê çûn Îmraliyê û hevdîtin bi rêber Ocalan re pêk anî. Mehmet Ocalan têkildarî naveroka hevdîtina bi Rêber Ocalan re ku nêzî seetekî dom kir, axivî . Mehmet Ocalan, diyar kir ku Ocalan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriye dest nîşan kiriye ku çareserî ne şer e, çareserî aştî ye û gotiye: “Mesele bi rijandina xwîna mirovan çareser nabe. Em her dem ji bo aştiyê amade ne.” 

Birayê Rêber Ocalan Mehmet Ocalan, bi boneya Cejna Qurbanê 12’ê Tebaxê çû Grava Îmraliyê û Ocalan ziyaret kir.

Mehmet Ocalan têkildarî naveroka hevdîtina ku nêzî saetekê dom kir de axivî.

Mehmet Ocalan anî ziman ku ziyareta li Îmraliyê saet 13.00’an li salonek biçûk pêk hat û weha got:

Lêgerînên ku hatin kirin nayên qebûlkirin.

Em rastî lêgerînek pir qirêj hatin

Em di lêgerîna tazî re derbas kirin.

Di her hevdîtinê de min li derî dinerî.

Vê carê xwestin ez berê xwe biguherim.

Dema Serok hat ez li wî zîvirîm û me destê xwe da hev.

Ji min re got ‘Ez ne li benda we bûm’ Wekî ku em tesadufî hatibin.

Ocalan li rojeva welat pirsî. Min got 3 rojev hene. Mijara Sereke mijara Bakur û Rojhilatê Sûriye ye.

Mehmet Ocalan, da zanîn ku Rêber Ocalan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye ev tişt anîne ziman:

“Ev tişt bi şer nabe.

Wê hem Tirkiye zerarê bibîne û hem jî gelên di nava hev de dijîn wê zerar bibînin.

Divê aştî pêş bikeve. Ger ku Tirkiye têkeve axa Sûriye ew jî nabe çareserî .

Ez 20 salan li Sûriye mam. Ez gelê wir baş nas dikim.

Ez eşîrê ereb ên li wir baş nas dikim. Têkiliyên min hebûn.

Silavên min li eşîrên ereb û gelên li wir bike.

Pirsgirêk divê bi demokrasiyê çareser bibe.

Tu carî bi şer pirsgirêk çareser nabin.”

EM HER DEM JI AŞTIYÊ RE AMADE NE

Rêber Ocalan di vê hevdîtinê de îşaret bi çareseriya pirsgirêka Kurd jî kiriye.

“Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd em rol û erka xwe pêk tînin.

Êrîşên li ser herêma Xakûrkê , tê wateya şer.

Ev mesele bi rijandina xwina mirovan çareser nabe.

Em her dem ji bo aştiyê amade ne. Em ê her dem li dijî şer bin. Divê li şûna şer aştî hebe.”

DIVÊ HER KES JI BO YEKÎTIYA GELÊ KURD DI NAVA LIV Û TEVGERÊ DE BE

Rêber Ocalan balkişandiye ser yekîtiya gelê Kurd jî û diyar kiriye ku pir girîngiyê dide vê mijarê.

“Tirkiye bêyî herêma Federal ya Kurdistanê nikare bi ser bikeve.

Bêyî wê tevger wê pir zor be.

Ev tevger wê darbeyekê li Yekîtiya Gelê Kurd bixe.

Divê her kes ji bo Yekîtiya Gelê Kurd di nava liv û tevgerê de be.”

DIVÊ WEKÎLÊN HDP’Ê XIZMETA GEL BIKIN

Rêber Ocalan ji bo HDP’ê jî ev peyam şandiye:

“60 wekîlê wan hene. Di vê hilbijartinê de şaredarî jî stendin.

Min cara din jî got. Ger ku ez li derve bûma, min ê kolan paqij kiriban.

Divê wekîl 24 saetan di nava gel de bin.

Divê xizmeta gel bikin. Gel vîna xwe teslîmî wan kiriye. Ew jî divê xizmetkarên vî gelî bin.”

Leave a Reply

Back to top button