Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja 143’an de didome

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di dome. Tevî hemû zext û êrişên dewletas Îranê serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewame. Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ duh 142 roj li pey xwe hişt. Hêzên dewleta Îranê jî ji bo dawî anîna Serhildanê bi hemû rê û rêbazên herî tund êrişî xwepêşander û beşên din yên civakê dikin.

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê Tevî hemû gef û êrişên hêzên dewleta Îranê jî di 142 roj li pey xwe hişt.

Duh li bajarê Îlam yê Rojhilatê Kurdistanê welatiyan li cihê qetilkirina Muhsîn Qeyserî ku yek ji xwepêşanderên hatibûn qetilkirine, gul danîn.

Serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’

Li gor hin dîmenên hatin parvekirin, li hin taxên bajarê Sine ciwanan li ser cadeyan bi pêxistina agir û dirûşman nerazîbûna xwe ya li dijî rejima Îranê nîşandan.

Li bajarê Bane jî gelek mamostayan bi daxuyaniyek piştgiriya xwe ji bo hempîşeyên xwe yên li Seqiz, Dîwandere, Merîwan û Sine ku ji ber daxwaza mafên xwe kiribûn ji kar hatibûn dûrxistin, nîşandan.

Li ser asta Îranê jî nerazîbûn bi rengên cûda berdewamin.

Her wiha xemsariya desthilatê ya li beramberî mexdurên erdheja bajarê Xoy a Rojhilatê Kurdistanê jî yek ji mijarên din ên nerazîbûna ye.

Dewleta Îranê dixweze tola xwe ji mexdorên erdhejê bigre

Li gorî agahiyan dewleta Îranê ji bo tola xwe ji welatiyan bigre ji bilî malbatên ser bi dewletê ve alîkariyê nadin welatiyên din û dixwazin wan di sermaya zivistanê de bi tenê bihêlin.

Divê çarçoveyê de hinek girtiyên siyasî li girtîgeha Evîn ya Tehranê xemsariya dewletê ya li beramberî mexdurên erhejê şermezarkirin û bang alikariya bi mexduran re li gel kirin.

Bi vê yekê re jî li gelek bajaran welatiyan ji bo alîkariya mexdorên erdhejê bikin dest bi komkirina alîkariyê kirin.

Ji sedî 75 gelê Îranê piştgiriyê didin serhildanê

Li aliyê din Koma rapirsiyê ya ku navenda wê li Hollandayê ye (GAMAAN) encamên rapirsiya xwe ya li ser Îraniyên li hundir û derveyî Îranê dijîn eşkere kir.

Li gorî anketa ji sedî 75’ê gelên li Îranê dijîn piştgiriyê didin serhildanên bi pêşengiya jinan.

Berpirsê tevgera kesk a Îranê Mîr Hisên: Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ tovê siberojek geşin

Yek ji berpirsên Tevgera Kesk a Îranê Mîr Hisên Musewî ku niha girtiye, di nameyek de li ser serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê got: “Îran û gelê wê pêwîstî bi guhertinek bingehîn heye. Sê peyvên ‘jin jiyan azadî’ tovê siberojek geşin û xetên guherînek bingehîn li Îranê dinexşînin.”

Back to top button