Konferansa Komara Demokratîk bi dawî bû

Konferansa Komara Demokratîk ku HDP’ li Stenbolê li dar xist bi gotinên Rêber Abdullah Ocalan ên “Sînor li pêşiya hêvî û hesretê nîne. Ji bo pêkanîna van mirov bi xwe asteng in. Tenê bila hinek rûmeta civakî û hindik evîn hebe” bi dawî bû.

“Konferansa Komara Demokratîk” a ku HDP’ê li Navenda Çandê ya Cem Karaca a li navçeya Bakirkoyê ya Stenbolê li dar xist, di roja duyemîn de berdewam kir.

Di roja duyemîn de bi mijara “Siberojek çawa, komarek çawa” pêk hat û moderatoriya wê Şebnem Ogûz kir.

Destpêkê endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Livan Orman li ser mijara “Ciwan çi dixwazin” axivî .

Her wiha Akademîsyen û nivîskaran jî li ser mijarên Derfeta civaka ekolojîk, Kêmnetew çi dixwazin? û “Derfetên aborî yên tevkarya demokratîk” axivîn.

Konferans piştî van nîqaşan bi dawî bû.

Tê payîn ku encamnameya konferansê wê di rojên pêş de bi raya giştî re were parvekirin.

Back to top button