“CPT bi erka xwe ranab e”

Rêverberên Akademiya Civaka Demokratîk a Minbicê gotin CPT’ê li dijî tecrîdê bi erka xwe ranabe.

Endama Akedemiya Şehîd Îsmaîl Mûsa ya Minbicê Neqşiyê Xelîl derbarê mijarê axivî..

Neqşiyê Xelîl diyar kir ku ku rejîmên desthilatdar dixwazin civakên bindest ava bikin..

Ji bo wê jî dît ku projeya netewa demokratîk a ku Rêber Ocalan daye pêş, li dijî plan û armancên wan e.

Neqşiyê li ser rola CPT`ê jî got:

“CPT xizmeta berjewendiyên navneteweyî û biryarên siyasî yên dewletên desthilatdar dike.”

Rêveberê Akademiya Şehîd Îsmaîl Musa Mehmûd Bekro jî got:

“Dewleta Tirk tecrîd ferz kiriye ji ber dibîne ku nêrîn û analîza wî çareseriya hemû pirsgirêkên girêdayî Rojhilata Navîn..

Bekro tekez kir ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û parêznameyên wî, rêya gelê herêmê ronî kir..

Back to top button