ALOZIYA KEŞMÎRÊ.. DI 24 SAETAN DE 6 PAKISTANÎ HATIN KUŞTIN

Artêşa Pakistanê ragihand ku artêşa Hindistanê êrîşî sînorê li ser xeta herêma Keşmîrê kiriye: leşkerekî Pakistanî hat kuştin. Ji ber êrîşan di nava 24 saetan de 6 Pakistanî jî hatine kuştin.

Berdevkê Artêşa Pakistanê Asif Xefûr bi rêya tiwîterê ragihand ku leşkerek artêşê li ser xeta sînorê Keşmîrê di bajaroka Bûtal de hatiye kuştin.

Her wiha duh ji aliyê polîs û artêşa Pakistanê ve hat ragihandin ku bi gulebarana arêtşa Hindistanê li Keşmîra aliyê Pakistanê 3 leşker, tevî 2 sivîlan hatin kuştin.

Hikûmeta Hindistanê jî îro diyar kir ku qedexeyên li ser Keşmîrê hatîn ferizkirin wê di çend rojên pêş de were rakirin.

Aloziya di navbera Hindistan û Pakistanê de kûr bûye.

Ev yek jî piştî ku Hindistanê rêveberiya xweser ango serxwebûna Keşmîrê bi dawî kir, ku ew herêmek binakok e di navbera Hindistan û Pakistanê de.

Hindistanê jî ev 12 roj in hêzên xwe li herêma Keşmîrê zêde kiriye û herêm li çûn û hatinê qedexe kiriye.

 

 

 

 

Leave a Reply

Back to top button