REJÎM DU BAJAROKÊN DIN KONTROL DIKE Û NÊZÎ XAN ŞÊXÛN DIBE

Di navbera Rejîma Sûrî û bajarê Xan Şêxûnê de tenê 3 km mane. Rejîma Sûrî ji bo xwe bigihîne bajarê Xan Şêxûn pêşdeçûna xwe li ser erdê dewam dike. Di vê çarçoveyê de îro rejîmê du bajarokên din kontrol kirin. Li aliyekî din, hêzên parastina asmanî yên rejîmê, moşkeke ku ji bakurê Libnanê hatibû avêtin, anî xwarê.

Ev çend roj in rejîma Sûrî bajarê Xan Şêxûn yê stratejîk kiriye hedefa xwe.

Rojane herî kêm rejîm bajrokekî kontrol dike.

Ajansa Sputnekê ragihand ku rejîma Sûrî îro li gundewarê Idlibê yê başûr bajarokê مدايا Medaya û Til Ercehî وتل الأرجحي kontrol kir û heta niha rejîmê derdora 7 km ber bi bajarê Xan Şêxûn ve kontrol kiriye.

Ajansê diyar kir ku di encama van şeran de gelek kuştiyên çeteyên dewleta Tirk çêbûn.

Bi vê yekê tenê 3 km navbera Rejîm û bajarokê Xan Şêxûnê de dimîne.

“REJÎMÊ MOŞEKEKE KU BAJARÊ MISYAF KIRIBÛ ARMANC, ANÎ XWARÊ”

Li aliyekî din hêzên parastina asmanî yên rejîmê, moşkeke ku ji bakurê Libnanê ve hatibû avêtin, anî xwarê.

Çavkaniyeke leşkerî ya Sûrî ragihand ku balafirên parastinê yên rejîmê moşekek ku bi aliyê bajarê Misyaf li gundewarê Hemayê ve hatibû berdan, bêbandor kir.

Li gorî çavkaniyê, ev moşek nîvê şeva borî hat avêtin, lê berî bigihêje armanca xwe, rejîmê ew anî xwarê.

Berî wê, televîzyona Sûrî ragihandibû ku dengê teqîneke mezin ji nêzî Misyaf hatiye bihîstin, lê tu agahiyên zêdetir par ve nekir.

Ajansa SANA ya rejîmê jî diyar kir ku ev moşeke ji bakurê Libnanê hatiye avêtin.

Lê artêşa Îsraîlî deng ji xwe ne-anî.

Berî niha, gelek caran Îsraîl çend deverên Hizbellah û Îranê li Sûriye kirine armanc.

Leave a Reply

Back to top button