HPG: LI AMED Û COLEMÊRGÊ 9 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê bi armanca silavkirina Salvegera 35’an a Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê li dijî artêşa Tirk a dagirker rêze çalakî lidar xistin.
Li gorî navenda Ragihandina HPG’ê çalakî li Amed û Colemêrgê pêkanîn.
Yek jê sîxûr 9 leşker hatin kuştin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên Amed û Colemêrgê daxuyaniyeke nivîskî weşad.

HPG’ê diyar kir ku hêzên wan 15’ê Tebaxê leşkerên dagirkeriya Tirkiyê yên li Girê Şehîd Afat ê navçeya Gever a Colemêrgê kirin hedef.

Tevî rûxandina 4 çeperên dijmin, 7 leşkerên dagirkeriya Tirkiyê jî hatin kuştin.

Heman rojê wesayîteke dagirkeriya Tirkiyê li ser rêya di navbera Girê Ewlekarî û Alaya Bilîcan yên navçeya Çelê ya Colemêrgê bû armanca çalakiya sabotajê ya hêzên gerîla.

Li vir jî wesayîta dijmin hat rûxandin, 2 leşker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

Dîsa 15’ê Tebaxê gerîla leşkerên li ser Girê Koordîne yê Çelê bi 2 çalakiyan hedef girt.

Di van çalakiyan de bi dijwarî li çeper û kozikên dijmin hatiye xistin.

Lê hejmara kuştî û birîndarên dijmin ne hat zelalkirin.

23 Tîrmehê jî gerîla li wesayîteke endamên istixbaratê ya li taxa Şehîdlikê ya navenda Amedê xistin.

Ji nêz ve li dijmin hat xistin, endamek istixbaratê hate kuştin û 3 endam jî birîndar bû.

 

Leave a Reply

Back to top button