Li stasyona avê ya Hilêliyê depoyek nû tê avakirin

Rêvebriya Avê ya kantona Qamişlo li stasyona avê ya Hilêliyê depoyekî nû ava dike…
Ev depo têra 3000 metrokap dike..
Çavdêrê projeyê diyar kir ku bi vê gavê re dê saetên dayîna avê ji bajarê Qamişlo re zêdetir bin.

Ji dawiya Çileyê de Rêveberiya Avê ya kantona Qamişlo dest bi projeya avakirina depoyê kir..

Stasyona avê ya Hilêliyê mezintirîn her sê stasyonên avê yên Qamişlo ye ..

Ji sedî 70 avê dide bajêr.

Rêveberê Beşa Lêkolînan a Rêveberiya Avê û çavdêrê projeyê Merwam Hisên diyar kir ku ev proje xwedî girîngiyek mezin e.

Hisên diyar kir ku pêdivî bi depoyekî sêyemîn heye û got:

“Wê depo têra 3000 metrokap bike..

Eger hawirdora guncaw ji bo xebatê peyda bû tê payîn ku depo di 4 mehan de amade be.

Lêçûna projeyê 500 hezar doldar e.”

Çavdêrê projeyê diyar kir ku bi vê gavê re dê saetên dayîna avê ji bajarê Qamişlo re zêdetir bin..

Back to top button