JEFFREY: YPG’Ê HEVKARA ME YE Û NÊRÎNA ME TERSÎ NÊRÎNA TIRKIYÊ YE

Nûnerê Taybet yê Emerîkayê li Sûriyê James Jeffrey diyar kir ku nêrîna ku Tirkiyê li Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê dinêre tersî nêrîna Emerîkayê ye û YPG’ê û Emerîka hevkar in.

 

Di komxebateke ku li Pemymangeha ”Aspîn” a lêkolînên Mirovî li Waşintonê de nûnerê tayebet yê Emerîkayê Jemes Jeffry axivî.

Jeffry diyar kir ku Tirkiye dixwaze ku Emerîka li gel YPG’ê nebe hevkar û got:

Tirkiyê YPG’ê rêxistineke terorîst dibîne û em jî tevî vê yekê nabin û nêrîna me tersî nêrîna Tirkiyê ye.

James Jeffrey tekez kir ku ew ê dest ji hevkariya YPG’ê bernedin û YPG’ê dê bimîne hevkareke Emerîkayê û ev tîşt anî ziman:

YPG ne di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye û ne jî ya Netewên Yekbûyî de ye.

Tirkiye jî dixwaze ku em li gel YPGê nebin hevkar û gef li Amerîkayê xwarin.

 

 

Leave a Reply

Back to top button