Komîteya amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK-Rojava, diyar kir ku amadekariyên lidarxisitina konferansa bi armanca yekitiya refa kurdî bi dawî bû.
Komîteya Amadekar li Navenda Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ya li bajarê Qamişlo, li hev civiya.
Berdevkê Komîteya amadekar Dîlawer Zenkî diyar kir ku Komîteya Amadekar a KNK-Rojava li hev civî û li ser cih û dema lidarxistina konferansê nîqaş kir û got:
Wê di demeke nêz de mizgîneya lidarxistina konferansa Neteweyî ya Kurdistanê ji gelê kurd re ragihîne ku tê de 28 partiyên siyasî yên kurdî yên Rojava amade bin.
KNK-Rojava di civîna xwe ya beriya vê civînê komîteyek amadekar ji 8 endam ava kiribû da ku li ser amadekariyên lidarxistina konferansê bisekine.