HESKÎF KET ROJEVA ÇAPEMENIYA FÎNLANDA Û SIWÊDÊ

Êdî qirkirinq çand, dîrok û xwezaya li Heskefê derbasî rojava cîhanî dibe.
Dewleta Tirk hewl dide dîroka kevnar a gelê Kurd ji holê rake, bi avakirina Bendava Ilısuyê dixwaze bajarê dîrokî Heskîfê di bin avê de bihêle..
Di çapemeniya Fînlanda û Swêdê hat gotin ku, Erdogan kesên dijî komkujiya çand, dîrok û xwezayê derdiekvin dixwaze bêdeng bike.

Êdî qirkirina çand, dîrok û xwezaya li Heskîfê derbasî rojeva cîhanî dibe.

Dewleta Tirk hewl dide dîroka kevnar a gelê Kurd ji holê rake, bi avakirina Bendava Ilısuyê dixwaze bajarê dîrokî Heskîfê di bin avê de bihêle..

Bi vê yekê jî wê Heskîfa xwedî 12 hezar sal di bin avê de bimîne.

Di çapemeniya Fînlanda û Swêdê de têkildarî Heskîfê gotarek hate weşandin .

Ajanseke Nûçeyan a Fînlandî qirkirina dîroka Heskîfê bi sernavê “Tirkiye gundên Kurdan dibin avê de dihêle” ragihand.

Di gotarê de hate gotin ku Heskîf li Mezopotamya di nava du çeman de ye, dergûşa şaristaniyê û cihê destpêkê yê mirovahî lê çandinî kiriye ye.

Lê li vê deverê piranî kurd dijîn

Kesên bi dildarî naxwazin koçber bibin bi darê zorê tên koç kirin.

Li gorî saziyên dewleta Tirk 15 hezar kesên li herêmê dijîn neçarin koçber bibin.

Di gotarê de hat diyar kirin ku wê bendava Ilısuyê bandora xwe li 50 hezar kesî bike.

Erdogan dixwaze kesên dijî komkujiya çand, dîrok û xwezayê derdikevin bêdeng bike.

Rojnameya Svenska Dabgladet a Swêdê ku di nava 4 rojnameyên herî zêde li Swêdê tên xwendin de cih da
qirkirina dîroka li Heskîfê û wiha gotara xwe parve kir;

“Mîrateya çandê ya bêhempba dixwazin dibin avê de bihêlin.

Dewleta Swêd çima bêdeng e?”.

Hate ragihandin ku bi lêkirina bendava Ilısuyê rejîma Erdogan wê 550 berhemên dîrokî û çandî yên ji Sumer, Asûrî, Ermenî, Babilî, Eyyûbî, Bîzans, Roma, Pers û Osmaniyan mayî tine bike.

 

Leave a Reply

Back to top button