LI EFRÎNÊ BINPÊKIRIN Û REVANDINA SIVÎLAN JI ALIYÊ DAGIRKERIYA TIRK VE DEWAM IN

Li gel topbaranê, Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi dehan darên zeytûnê li navçeyên Efrînê qut kirin.
Di heman demê de, sivîl jî ji navçeya Şera revandin.

Çavkaniyên ji navenda bajarê Efrînê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dehan darên zeytûnê li navçeyên Raco, Cindirêsê û Mabata qut kirin.

Heman çavkaniyan got darên ku hatine qutkirin, temenê wan vedigere zêdetirî 70 salan.

Kesên ku darên wan hatine qutkirin, ev in:

Cefer Mustefa, Fethî Cûdî Elî û Ismet Cefer.

Ji aliyekî din ve jî, çeteyên artêşa Tirk a dagirker 2 sivîl ji gundê Naza yê navçeya Şera revandin û birin cihekî nediyar û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Sivîlên ku hatine revandin ev in:

Mihemed Ebdo Elo 50 salî.

Mihemed Zekeriya 47 salî.

Duh êvarî jî Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kir.

Nûçegihanê me da zanîn ku bi dehên topan li gund ketine.

Di encama topbaranê de ziyan tenê madî bûn.

 

 

Leave a Reply

Back to top button