Cindirêrsa Efrînê wêran bûye, alîkarî tune ye!

Her kes bi dilekî şewat nêzî vê bobelata erdhejê dibe. Lê dewleta Tirk ji ber kîna wê ya zêde helwesta wê cûdaye. Dewleta Tirk a dagirker rê li ber alîkariyên mirovî û tîmên rizgarkirinê bo navçeya Cindirêsê girt.

Yek ji bajarên dagirkirî ku herî zêde zirar dîtiye û kes bi hawara wê ve naçe, Cindirêsê Efrînê ye.

Tora Çalakvanên Efrînê ANN ragihand ku alîkariyên mirovî û tîmên rizgarkirinê ku wê di deriyê sînorî yê Hemam û Bab El-hewa re derbasî navçeya Cindirêsê biba, dagirkeriya Tirk rê li ber girt.

Dewleta Tirk rê li ber alîkariyê bo Cindirêsê digire

Dewleta Tirk bi hinceta ku rê ji ber erdhejê wêran in alîkariyê asteng dike..

Her wiha di nava van alîkariyan de Ambolans jî hebû ku ji bo birîndaran derbasî Tirkiyê bikin.

Bi fermana dewleta Tirk komên çete alîkariya ku derbasî herêmê hatiye kirin jî desteser dikin.

Ji ber vê yekê xelkê Cindirêsê naçaran ku ew bi xwe kesên di bin avahiyên hilweşiyayî de bi derfetên kêm derxin.

Ji aliyê xwe ve Rêveberê Navenda Ragihandina QSDê Ferhad Şamê got ku ew hewl didin rêyeke ewle ji bo şandina alîkariyê peyda bikin, lê komên girêdayî dewleta Tirk rê nadin.

Halê hazir malwêraniyeke mezin li wê navçeyê rû dide û bê alîkarî û piştgirî maye..

Hijamar kesên ku li navçeya Cindirsê jiyana xwe ji dest dane gihaşte 900 kesî

Bi dehan mal ji ber erdhejê hatine xwarê.

Back to top button