Parêzer Beşdar Hesen xelata xwe diyarî Rêber Ocalan kir

Wezareta Derve ya Emerîka xelata Parastina Mafê Mirovan pêşkêşî Serokê Tîma Parêzerên Doza Girtiyên Behdînan Beşdar Hesen kir.

Beşdar Hesen piştî ku ji Emerîka vegeriya Hewlêrê îro rojnamegerên Hewlêrê gurzekegul pêşkêş kirin û peyama xwe bi daxuyaniyekê ragihand raya giştî.

Parêzer Beşdar Hesen got: “Desthilatdarên Kurd, tişta ku li beramberî rojnamegeran û aktîvîstan kiriye karekî nerawa bû. ”

Serokê Tîma Parêzerên Dildar ên Doza Girtiyên Behdînan Beşdar Hesen diyar kir ku ew xelata ku ji bo parastina mafê mirovan Emerîka wergirtiye diyarî Rêber Ocalan dike.

Back to top button