Heyva Sor a Kurd kon ji şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye re peyda kirin

Vê sibê kamyonek alîkariyên mirovî ya Heyva Sor a Kurd gihaşt taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye.

Di kamyonê de kon û batanî hene.

Ji bo parastina şêniyan wê kon li qadên vala û ewle bêne vedan.

Heta niha 9 kon li gundê Pino yê bakurê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye hatine vedan.

Endamê Heyva Sor a Kurd Reşîd Şewqî diyar kir ku di encama kiryarên hikumeta Şamê de alîkarî dereng gihaşt her du taxan û got: Bendên kontrolê yên hikumeta Şamê astengî li pêşiya derbaskirina van alîkariyan danîn.”

Reşîd bang li aliyên têkildar û rêxistinên mafên mirovan kir ku alîkariyan bişînin ji şêniyan re ji ber ku metirsî li ser her du taxan hene.

Xwarin li xelkên di bin konan de hatin belav kirin

Komîteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê û gelek şêniyên Reqayê xwarin li şêniyên di di bin konan de dimînin belav kirin ku piştî erdhejê hate vedan.

Back to top button