Li Şêxmeqsûdê cenazeyê qurbaniyekî erdhejê hate veşartin

Endamên Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye û saziyên sivîl cenazeyê welatiyekê ku di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest dayî oxirkirin.

Di encama erdhejê de li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di nav wan de welatiyê bi navê Xalid Hemo hebû ku destpêkê birîndar bûbû.

Hemo ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da û îro li goristana gundê Pino yê bakurê taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi merasîmekê hat oxirkirin.

Di merasîmê de malbat û xizmên wî, endamên Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, saziyên sivîl û partiyên siyasî amade bûn.

Lê belê cenazeyê zarokekî nenas heta niha nehatiya veşartin.

Back to top button