”ÇAVUŞOGLU JI MESUD BARZANÎ XWEST KU HÊZÊN PÊŞMERGE NEBIN YEK”

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê bi rêya nameyekê daxwaz ji Mesûd Barzanî kir ku pêşmergeyên PDK’ê piştgiriya hêzek hevbeş ya artêşa Iraq û pêşmergeyan a li ser sînorên Iraq û Tirkiyê neke.

 

Li gorî malpera Peyser, Wezareta Derve ya Tirkiyeyê bi îmzeya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlud Çavuşoglu nameyek ji serokê PDK’ê Mesud Barzanî re şand.

Di nameyê de Tirkiye ji Barzanî dixwaze kir ku pêşmergeyên PDK’ê piştgiriya hêza hevbeş ya artêşa Iraq û pêşmergeyan a li ser sînorên Iraq û Tirkiyeyê neke.

Herwiha di nameyê de hat xwestin ku pîlanên Amerîka yên ji bo yekgirtina hêzên pêşmergeyan neyên bicihanîn.

Di nameyê de behsa rewşa Kerkûkê jî tê kirin û wiha tê gotin:

Tirkiyeyê ji Barzanî dixwaze kir ku PDK’ê venegere Kerkûkê û odeya operasyona hevbeş avaneke.

Tirkiye dibêje heya ku nexşerêyek bi daxwaza Tirkiyeyê pêkneyê, divê pirsgirêka Kerkûkê neyê çareser kirin.

 

Leave a Reply

Back to top button