RÛSYA GUNDEWARÊ IDLIBÊ BOMBEBARAN KIR, 15 KOÇBERAN JIYANA XWE JI DEST DA

Li gel pêşketinên rejîmê li ser erdê, balafirên şer ên Rûsyayê komek koçberên li gundewarê Idlibê bombebaran kir û Franasa ji aliyê xwe ev yek şermezar kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku balafirên şerê ên Rûsyayê duh li derdora bajarokê Has li gundewarê başûrê Idlibê komek koçber bombebaran kir.

Çavdêriyê diyar kir ku, di nav de 6 zarok û 4 jin 15 koçberan jiyana xwe ji dest da.

Her wiha derdora 26 koçber birîndar bûn û rewşa hinan ji wan giran e.

FRANSA: DIVÊ YEKSER ŞERÊ LI IDLIBÊ BÊ RAWESTANDIN

Wezareta derve ya Fransayê ji aliyê xwe ve êrîş şermezar kir û banga rawestandina şerê li Idlibê kir.

Di encamê şerê ku piştî rawestandina agribesta rejîmê ragihandibû de, ev çend roj in şerekî dijwar li gundewarê Idlib û Hemayê navbera rejîm û çeteyên dewleta Tirk de rû dide.

Heta niha rejîmê gelek bajarok û gund kontrol kirine û nêzî bajarê Xan Şêxûnê yê stratejîk dibe.

 

 

 

 

Leave a Reply

Back to top button