Meşa ciwanan ya dirêj di roja 5. an de didome. Ciwanên li Almanyayê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bang kirin.
Ciwanan ji bajarê Offenburg ê Elmanyayê di roja 5’emîn de jî meşiyan.
Ciwanan bertek nîşanî encama erdhejê dan û pankarta “Berpirsyar, polîtîkaya mêtingeriyê ya 100 salî ya dewleta Tirk a faşîst a li Kurdistanê ye” vekirin.
Her wiha dewleta Tirk ji ber ku tevdîrên erdhejê nestendiye sûcdar hat dîtin û nerazîbûn nîşanî nedana alîkariyê hat dayîn.
Di meşê de ciwanan bang li derdorê kirin û di heman demê de li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan belavok belav kirin.
Ciwanan diyar kirin ku armanca meşa wan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û gotin: “Heta ku Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad nebe, wê siyaseta qirêj a li Kurdistanê jî bi dawî nebe.”
Daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan hate kirin
Ciwanên ku her sal bê rawestan dimeşin, di roja 5’emîn de bi dirûşmeya “Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di sala 2023’an de di serketinê de misoger bikin” ketin rê.