Bi pêşengiya HDP’ê li Hewlêrê kampanya alîkariyê dest pê kir

Li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêr bi pêşentiya HDP, YNK’ê û Tevgera Demokrasî ya Gelê Kurdistanê kampanya komkirina alîkariya ji bo mexdûrên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê hat destpêkirin.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, Buzitneweyî Demokrasî ya Gelê Kurdistanê û Nûnertiya HDP’ê li Hewlêrê ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê kampanya alîkariyê dest pê kirin.

Di vê çarçoveyê de bi tevlîbûna aliyan daxuyaniyek li navenda Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêr hate dayîn.

Nûnera HDP’ê Nahîde Ermiş di serî de sersaxî ji malbatên qurbaniyan re û şifaya xêrê jî ji bîrîndaran re xwest.

Ermîş diyar kir ku bûyer bi êş û giran e û got: “Dewlet ji bo xilaskirina welatiyên di bin kavil û xirbeyan de nakeve tevgerê û Ev xema me zêdetir dike.

Em jî li vir ketin nava hewldanan ku êşa gelê xwe kêm bikin. Ji îro şûnde em dest bi kampanya xwe dikin.

Kê çi ji dest tê bila piştevaniyê bike. Em piştgiriyê bidin hemû xelkê Bakur û Rojavayê Kurdistanê.”

Back to top button