LI BAKURÊ KURDISTANÊ DI NAV DE HDP’YÎ JÎ 25 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li Rihayê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de polîsan bi ser gelek malan de girtin û 25 kes binçavkirin.

Li Rihayê polîsan bi ser gelek malan de girtin û 25 kes binçavkirin.

Kesên hatine destgîrkirn birin Miduryeta Emniyetê ya Bajarê Rihayê,.

Di nava kesên hatine binçavkirin de dendamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî hene.

REWŞA AWARTE LI TIRKIYÊ
QEDEXEYA LI COLEMÊRGÊ MEEK DIN HAT DIRÊJKIRIN

Li aliyê din Walîtiya Colemêrgê qedexeya çalakî û aktivîteyan ya berê li bajêr ku bi dehan car dirêj kir, carek din jî dirêj kir.

Di daxuyaniya walîtiyê de hate gotin;

“Ji derveyî çalakî û aktivîteyên ku li gorî Walîtî û Qeymeqamtiyê hemû çalakiyên di nava sînorên bajarê Colemêrgê de heta 15’ê Îlona 2019’an hatine qedexe kirin.

REWŞA AWARTE LI TIRKIYÊ
1000 ROJ IN WAN DI BIN PERGALA REWŞA AWARTE DE YE

Ne tenê li Colemêrgê , Walîtiya Wanê 1000 roj in hemû çalakî, şahî û bernameyên civakî û demokratîk li Wanê qedexe kiriye.

Gelê Wanê 1000 rojin di bin pergala Rewşa Awarte de dijî .

Heta niha bi sedan çalakî û şahiyên civakî û demokratîk hatin qedexekirin.

Hemû îtirazên li dijî qedexeyan ji aliyê dadgehê ve hatin redkirin.

 

 

Leave a Reply

Back to top button