LI SÛDANÊ BELGEYA DESTÛRA NÛ HAT ÎMZEKIRIN

Li Sûdanê piştî 8 mehan ji alozî û xwepêşandanên li dijî Umer El-Beşîr îro belgeya destûrî ya veguhertina ber bi rêveberiya sivîl ve di navbera Meclisa Leşkerî ya Demkî û lîderên tevgera xwepêşdanan de hat îmzekirin.

 

Bi hezaran welatî ji gelemperiya Sûdanê û kesayetên biyanî tevlî merasîma îmzekirinê ya li Xertûmê pêk hat, bûn.

Lihevkirin bi navbeynkariya Yekîtiya Afrîka û Etiyopyayê pêk hat.

Piştî îmzekirinê, dê sibe avakirina meclisa demkî ya nû ku piraniya endamên wê sivîl bin, were ragihandin.

Li gorî lihevkirinê dema rêveberiya demkî 39 meh in.

Di vê demê de dê welat ji aliyê meclisekê ku ji 11 endaman pêk tê û piraniya wan sivîl in were birêvebirin. û wezîrên navxweyî û parastinê dê ji aliyê Meclisa Leşkerî ve werin erkdarkirin.

 

 

Leave a Reply

Back to top button