Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Geverê li dijî konvoya leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiya sabotajê pêk anîn.
HPG’ê ragihand ku di vê çalakiyê de barhilgirek û alavên tê de hate rûxandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hate parvekirin:
16’ê Tebaxê gerîla di çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî kanvoya artêşa dewleta Tirk a dagirker ya ku ji bo qereqola Wargenima ya navçeya Gever a Colemêrgê sewqiyata leşkerî dikir, li herêma navbera gunden Melkava û Yekmalê bi taktika sabotajê çalakiyek lidar xist.
Di konvoyê de barhilgirek bû hedef, di çalakiyê de barhilgir û alavên tê de hatin rûxandin.
Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndaran nehate testpîtkirin..