KOMXEBATA RÛSPIYÊN ÊLÊN HERÊMA CIZÎRÊ BI DAXUYANIYEKÊ BI DAWÎ BÛ

Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê sûrî, li dijî gefên Tirkiyê komxebata diyalogê ya êl û qebîleyên herêma Cizîrê organîzekir. Di komxebatê de hat diyar kirin ku hemû bihaneyên Tirkiyê dûrî rastiyê ne. Berovajî gefên Tirkiyê heta vê kiliyê li ser gelê herêmê dewam dikin. Bang li civaka navdewletî hat kirin ku li dijî gefên Tirkiyê erkên xwe pêk bînin. Her weha bang li rêjîma Sûriyê hat kirin ku dest bi diyaloga bi MSD’ê re bike. Rûspî û şêxan teqez kirin ew ê heta dawiyê li pişta QSD’ê bin û li dijî dagirkeran biseknin.

 

Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê sûrî, li dijî gefên Tirkiyê komxebata diyalogê ya êl û qebîleyên herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî li darxist.

Komxebata bi slogan “Na ji gefên Tirkiyê yên ser Bakurê Sûrî, erê ji Sûriya ewle re” vê sibehê bi beşdariya zêdetirî 500 rûspî û şêxên qebîleyan li dar ket.

Komxebeta diyalogê li Hola Zana ya Qamişlo bi rê ve çû.

Di komxebatê de rewş siyasî ya herêmê bi taybet gefên Tirkiyê li ser herêmê hat nîqaşkirin.

Komxebata diyalogê ya êl û qebîleyên herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de weha tê gotin:

Gefên Tirkiyê yên nû ji yên berê ne qut in.

Ew jî binpêkirina qanûnên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, serweriya Sûriyê û mîsaqên cîhanî ye.

Bihaneyên Tirkiyê derew in û dûrî rastiyê ne.

Berovajî wê gefên Tirkiyê ji dema berxwedana Serêkaniyê û heta vê kêliyê berdewam in.

Di vê çarçoveyê de, bang li gelê Sûriyê dikin ku bi yekrefî li hember gefên ku tevahiya gel dixe xeteriyê bisekinin.

Her wiha bang li NY, Meclisa Ewlehiyê, Komkara Erebî, Rêxistina Hevkariya Îslamî û tevahî rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê li herêmê bixebitin.

Di heman demê de bang li Koalîsyona Navdewletî dikin ku derbeyên tund li çeteyên DAIŞ’ê bide. Ji ber yê herî zêde sûdê ji gefên Tirkiyê digre DAIŞ’e.

Êl û qebîleyên herêma Cizîrê vê bangê li rêjîma Sûriyê jî dikin:

Divê diyaloga cidî û berpirsiyar bi Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) re were kirin.

Armanca MSD’ê çareseriya aloziyê, seknandina destwerdana li ewlehî û axa Sûriyê û her weha vegera koçbera ye.

Em jî soza xwe nû dikin ku li rex Hêzên Sûriya Demokratîk li hember dijmin biseknin.

Em bi Sûriya xwe ya jiyana hevbeş a biratiya gelan û yekitiya çarenûsê, ser bilind in.

Leave a Reply

Back to top button