Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêra Zorê, şaneyeke veşartî ya çeteyên DAIŞ’ê girt.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi riya daxuyaniyekê ev agahî dan:
Hêzên asayîşê îro şemiyê li herêma El-Besîra ku dikeve gundewarê Dêra Zorê operasyoneke ewlehiyê pêk anî.
Di serdegirtina li çend cihên bi guman de şaneyeke veşartî ya çeteyên DAIŞ’ê hat girtin.
Her wiha hejmarek pere û çek, tevî kargeheke çêkirina teqemeniyan hat dîtin ku tê de mayîn dihatin çêkirin û bombe li motoran dihatin bicihkirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn dawiyê teqez kir ku opersyonyên xwe yên ewlehiyê li dijî şaneyên veşartî ku aramiya herêmê dikin hedef, bidomînin.