LI TAXA “ERBEI ŞEWARI” YA QAMIŞLO ÊRÎŞEKE XWEKUJ PÊK HAT ENDAMEKÎ ASAYÎŞÊ ŞEHÎD Û 2 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Vê Sibehê êrîşeke xwekuj li bajarê Qamişlo pêk hat.
Di encamê de, endamekî Asayîşê Şehîd û 2 endam jî birîndar bûn.

Nûçegihanê me ji cihê bûyerê ragihand ku saet 8:35′ deqeyan sihebê li beramberî dibistana Pişeyî ya taxa Erbewiyê, çeteykî êrîeke xwekuj pêk anî.

Di encamê de endamekî Hêzên Asayîşê şehîd û 2 endam jî birîndar bûne.

Hêzên Asayîşê birîndar rakirin nexweşxaneyê û weke tedbîr cihê bûyerê dorpêç kir û têkildarî bûyerê dest bi lêkolînê kir.

Hêzên Ewlekariyê bi daxuyaniyekê şehadeta endamekî xwe ragihadin û diyar kirin ku lêkolînên wan hatin destpêkirin û di dema pêş de wê ji raya gîştî re were ragihandin.

Berî demekê teqînekê li taxa Wista ya Qamişlo çêbibû û bi dehan birîndar li pey xwe hiştibû.

Leave a Reply

Back to top button