EFRÎN – REVANDIN LI ŞERA, ŞIYÊ, MABETA, RECO Û BILBILÊ BI DEHAN SIVÎL HATIN REVANDIN

Li Efrînê zor û fişara li sivîlên di cih û warên xwe de mane, bênavber didome.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane li giştî gund û navçeyan tevî navenda bajarê Efrînê bi ser malan de digirin û sivîlan direvînin.
Ji bo serbestberdana her sivîlekî jî, çete fidyeyên giran dixwazin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker rêbazên dûrî mirovahiyê li hember Kurdên li Efrînê didomîne.

Her roj bi ser malan de digirin, sivîlan direvînin û piştre fidyeyên giran dixwazin.

17 Tebaxê çeteyên dagirkeriya Tirk li navçeya Bilbilê li gundê Qestelê Xidriya 4 sivîl revandin:

Navên wan ev in:

– Sabrî Îbiş (70 salî)
– Abdullah Henan (60 salî)
– Xebat Henan (24 salî)
– Ferîd Reşo (45 salî)

Ji bo serbestberdana wan jî, çeteyan ji bo her sivîlekî 800 hezar lîreyên Sûrî xwestin.

Li gundê Kerê jî sivîlek bi navê Basêl Henan Îbiş hat revandin.

Li beranberî berdana wî jî, 200 hezar lîreyên Sûrî ji malbata wî hat xwestin.

Li gundê Ebûdanê jî 3 sivîl hatin revandin:

Navê wan:

– Alan Elî Ibrahîm
– Mihemed Elî Ibrahîm
– Şero Elî Ibrahîm

Ji bo serbestberdana wan jî, 200 hezar lîreyên Sûrî ji her yekî hat xwestin.

Li gundê Heyama jî sivîlê bi navê Egîd Mihemed Ehmed 15 Tebaxê hatibû revandin.

Li navçeya Şera jî çeteyan bi ser malên gundê Naza de girt û hejmarek sivîl revandin.

Lê tenê 2 nav ji yên revandî hat zanîn:

– Mihemed Ebdo Elo (50 salî)
– Mihemed Zekeriya (47 salî)

Li navçeya Şiyê jî, çeteyên El-Emşat 3 sivîl ji gundê Çeqela revandin.

Navên sivîlên revandî ev in:

– Hemze Murad
– Hisên Ebdul-Rehman Oso
– Mistefa Aslan Ebdo

Li gundê Kaxirê yê Mabeta jî 3 sivîl hatin revandin.

– Mihemed Ibêd Hemreş
– Ebdo Xelîl Hiso
– Hemed Mistefa Fayêq

Li gundê Bilêlko yê Reco jî 3 kes ji malbatekê hatin revandin.

– Mihemed Ehmed (50 salî)
– Şukrî Ehmed (75 salî)
– Ehmed Ehmed (32 salî)

Her wiha Li gundê Kurzêlê yê Şêrewa jî sivîlek bi navê Ednan Nasêr (57 salî) hat revandin.

 

Leave a Reply

Back to top button