LI XEZAYÊ 3 WELATIYÊN FILISTÎNÊ BI GULEYA ARTÊŞA ISRAÎLÊ HATIN KUŞTIN

Li Filistînê li ser sînorê Xezayê, artêşa Israîlê gule bi ser welatiyên Filistînî de berdan.
Di encamê de 3 welatî jiyana xwe ji dest dan û 1 jî birîndar bû.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê diyar kir ku 3 welatiyên Filistînê li Xezayê bi guleyên artêşa Israîlê hatin kuştin.

Li gorî peyama Wezareta Tenduristiyê navên welatiyên hatin kuştin ev in:

– Mihemed El-Teramsî (26 salî)
– Mihemed Ebû Namûs (27 salî)
– Mehmûd El-Welayde (24 salî)

Her wiha welatiyekî din jî birîndar bûye.

Di heman çarçoveyê de artêşa Israîlê ragihnad ku duh danê şevê 3 moşek ji aliyê Xezayê ve ber bi başûrê Israîlê ve hatin avêtin.

Di encamê de tenê ziyanên madî çêbûn.

Artêşa Israîlê diyar kir di nava 24 seetan de ev du car in moşek ji aliyê Xezayê ve têne avêtin.

Ew her sê moşek li bajarê Sdîrot ketin û rewşa hişyariyê hat ragihandin.

 

Leave a Reply

Back to top button