JI BER GURBÛNA ŞER, 19 ÇETE Û 8 LEŞKERÊN RÊJÎMÊ LI IDLIBÊ HATIN KUŞTIN

Şerê li başûrê Idlibê bi hemû dijwariya xwe didome, bi tayabetî li herêma Xan Şêxûnê, herêma ku rêjîma Sûrî xwe amade dike bi ser de bigire.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku balafirên şer ên rêjîma Sûrî û Rûsyayê bi awayekî dijwar herêmê bombebaran dikin.

Di encamê de, hêzên rêjîmê girekî stratejîk û çend gundikên bakur-rojavayê Xan Şêxûnê kontrol kir.

Her wiha ji ber dijwarbûna bombebaranê hejmara kuştî û birîndaran zêde dibe.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, 19 çete û 8 leşkerên rêjîmê hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Li deverên din mîna Kefer Sejna, Hîş, Has û Rekeya yên başûrê Idlibê û herêmên Kefer Zêta û Latamna yên bakurê Hemayê jî bûn armanca 56 êrîşên ezmanî yên balafirên rêjîma Sûrî û Rûsyayê.

 

Leave a Reply

Back to top button